Sibat 28, 2022 21:21 Asia/Tehran
  •   Rapirsiya dawî li Tirkiyê: AKP li pêş e

Li rapirsiya dawî ya Kompanya Lêkolînan a Metropollê, rêjeya dengên MHPê daketiye ji sedî 4.8. AK Partî bi rêjeya ji sedî 32.9ê dengan bi 6 puanan li pêş CHPê ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rapirsiya Metropollê di navbera 12-17 Sibatê de hatiye kirin û ligel 1535 kesan hatiye kirin. Ji beşdaran hatiye pirsîn eger vê Yekşemê hilbijartin were kirin hûn dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?

Berî bêbiryar bên belavkirin rêjeya dengan wiha ye:

AK Partî: %24

CHP: %20

ÎYÎ Partî: %9.7

HDP: %9.4

MHP: %4.8

DEVA: %2.3

Partiya Seadetê: %1.8

Partiya Memleket: %0.8

Jinûve Partiya Refahê: % 0.5

Yên Din: 0.9

Bêbiryar: %11.3

Dengên Protesto: %9.1

Bersiv Nîne: %4.7

Dema dengên bêbiryar, protesto û bersiv nîne, wek rêje tên belavkirin, rêjeya dengên partiyan wiha ye:

AK Partî: %32.9

CHP: %26.7

ÎYÎ Partî: %13

HDP: %12.6

MHP: %4.8

DEVA: %6.4

Partiya Seadetê: %2.4

Partiya Memleket: %1.1

Jinûve Partiya Refahê: % 0.7

Serepeyv