Sibat 28, 2022 18:37 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Em dê Peymana Montroyê cîbicîh bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku dê Peymana Montroyê bi awayekî şefaf cîbicîh bikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Şerê navbera Rûsya û Ukraynayê di roja 5emîn de bi awayekî tund berdewam e, lê çavê cîhanê ji bo tengavan li Tirkiyê ye. Ukrayna daxwaz ji Tirkiyê dike, ku tengavên xwe ji keştiyên şer re bigre.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, di van şertên niha de ku êdî rewş veguheriye şer, dê Paymana Montroyê cîbicîh bikin.

Çavusoglu got “Di van şertan de jî helbet em ê Peymana Montroyê cîbicîh bikin. Li vê derê bi taybetî dibêje dema şerekî ku Tirkiye ne aliyek e, derbarê keştiyên aliyên di şer de Tirkiye dikare tengavan li ber keştiyan bigre. Xala 19emîn a Montroyê gelek eşkere ye, bi zelalî dibêje. Em behsa peymanê dikin û behsa xalên peymanê dikin.

Dîsa di xala 19emîn de ji bo keştiyên aliyên şer tiştekî îstîsnayî heye. Çi ye ev îstîsna, eger ev keştiya şer dema vegere perav û binkeya xwe, nikare bê astengkirin. Li vir îstîsnayek heye. Lê li vê derê divê her tişt şefaf be, yek ev keştî li wê binkeyê tomarkirî ye yan ne tomarkirî ye. Ji xwe diyar e, niha li Deryaya Spî keştiyên ku li binkeyên Deryaya Reş tomarkirî ne bi taybetî yên Rûsyayê hene. Ev eşkere ye. Lê divê jî vêya jî sûd neyê wergirtin, nabe bêjin em ê biçin binkeya xwe û piştî ji tengavan derbas bûn, beşdarî şer bibin.”

Çavuşoglu diyar kir ku mijar bi pispor, serbaz û hiqûqnasên xwe re nirxandine û êdî tiştê di navbera Rûsya û Ukraynayê de diqewime şer e û wiha berdewam kir “Em ê hemû xalên Montroyê bi awayekî şefaf cîbicîh bikin. Me ev, bi pispor, serbaz û hiqûqnasên xwe re nirxand. Niha jî li gelek bajaran jî tê dîtin, tiştê diqewime êdî şer e. Pevçûnên li kolanan jî diyar dikin ku ev êdî bûye şer. Ya rast em gehiştin vê baweriyê. Ji ber di navbera aliyan de şerekî cidî heye, ev ne operasyoneke serbazî ye û ne êrîşek û du yên esmanî ne. Li welat bi awayekî fermî rewşa şer heye.”

Serepeyv