Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynê Zelenskiy bi têlefonê axivîn
Sibat 26, 2022 17:32 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Ukraynê Vladimîr Zelenskiy bi têlefonê axivîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê hat destnîşankirin Erdogan û Zelenskiy operasiyona eskerî ya ku Rûsya li Ukraynê dike û geşedanên dawîn gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin Erdogan ji Zelenskiy ra got ji bona zêde kes neyê kuştin û Ukrayna hê zirareke mezin nebîne hewl didin ku demildest agirbest bê îlankirin.