Sibat 24, 2022 13:52 Asia/Tehran
  • Tirkiyê geştên xwe yên esmanî bo Ukraynayê rawestandin

Ji ber ku krîza li Ukraynayê giran bû û pevçûn dest pê kir, seferên Rêhewayên Tirkiyê yên ji bo Ukraynayê hatin betalkirin.

Kompanya Geştên Asmanî ya Tirkiyê, hemû geştên xwe bo Ukraynayê rawestandin.

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê îro sibehê 24ê Sibata 2022an destpê kir. Piştî êrîşa Rûsyayê, rêya asmanî ya Ukraynayê ji geştên sivîl re hat girtin.

Rêveberê Giştî yê Kompanya Geştên Asmanî ya Tirkiyê Bilal Ekşî got: “Ji ber rêya esmanî ya Ukraynayê hat girtin, hemû geştên me yên îro hatin rawestandin.”

Serepeyv