Sibat 20, 2022 15:29 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 80 hezar û 454 kesan pozîtîf derket 278 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 462 hezar û 252 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 80 hezar û 454 kesan pozîtîf derket, 278 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 462 hezar û 252 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 80 hezar û 454 kes pozîtîf derketin, 278 kes mirin. Hejmara kesên qenc bûn jî 96 hezar û 664 in.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,83, a doza duyem jî weke 84,92 hat tomarkirin.Li Tirkiyeyê heta niha 144 milyon û 799 hezar û 530 doz aşî hatiye kirin.

Serepeyv