Sibat 19, 2022 16:55 Asia/Tehran
  • Biryara desteserkirinê ji bo 114 kesan bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen

Di çarçoveya du dosyeyên Serdozgeriya Giştî ya Enqerê ya derbarê lêkolîna li ser Cemaeta Gulen de biryara desteserkirinê bo 114 kesan hat dayîn.

Li gor daxuyaniyeke Serdozgeriya Giştî ya Enqerê, Şaxa Lêkolînên Tawanên Organîze û Rûbrûbûna Terorê, du lêkolînên cuda derbarê “şaneyên veşartî” yên Cimeta Gulen ên di nav Fermandariya Cenderamayen û çend saziyên din de  dane destpêkirin.

Li gor zanyariyan di çarçoveya wan lêkolînan de Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyê û Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê 73 karmendên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan ku pêştir ji kar hatibûn dûrxistin, ligel 41 karmendên sektora taybet hatine eşkere kirin ku bi gotina Serdozgeriya Giştî ya Enqerê di nav Cimaeta Gulen de kar kirine.

Hat ragihandin ku Tîmên Şaxa Rûbrûbûna Terorê yên ser bi Rêveberiya Ewlekariya Enqerê ve ji bo desteserkirina wan kesan dest bi operasyonan kirine.

Hikûmeta Tirkiyê Cemaeta Gulen xistiye lîsteya terorê û bi pêkanîna hewla darbeya 15ê Temûza 2016an tohmetbar dike, lê Cemaeta Gulen red dike ku destê wan di hewldaneke wiha de hebe.

Li Tirkiyê ji piştî hewla bi şik û guman a darbeya leşkerî ya 15ê Temûza 2016an û heta niha bi hezaran fermandar, serbaz û xwendekarên dibistanên serbazî, mamoste, akademîsyen û fermanber bi tohmeta ku peywendiya wan ligel Cemaeta Gulen heye, hatine girtin, an ji kar hatine avêtin û dûrxistin.

Serepeyv