Sibat 19, 2022 15:15 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 264 kesên din ji ber koronayê mirin

Li Tirkiyê 264 kesên din ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Ev çend roj in Tirkiye ji ber belavbûna vîrusa Koronayê di rewşeke pir dijwar re derbas dibe. Li gorî çavkaniyên fermî yên Tirkiyê, di hefteyên dawî de rekora rojane ya tûşbûn û mirina ji ber vîrûsa koronayê li vî welatî gelek caran hatiye derbaskirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê duh Înê ragihandibû ku di 24 saetên borî de 87 hezar û 411 kes bi nexweşiya koroner ketine û 264 kesên din jî mirine.

Zêdebûna nexweşiya Koronayê li Tirkiyê di demekê de ye ku cureyeke nû ya vîrusa koronayê ya bi navê "omicron" li wî welatî belav bûye.

Doktor Bulent Ertugrul, xebatkarê Koronayê ya Tirkiyê herî dawî got ku rewşa niha ya li welêt encama guhnedana protokolên tenduristiyê yên di şeva sersalê de ye û bi destpêkirina betlaneya zivistanê ya 15 rojî heta meha Adarê dê xirabtir bibe.

Serepeyv