Sibat 19, 2022 13:33 Asia/Tehran
  • Kalin: Serdana Îsraîlê pêngaveke girîng e

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê serdana xwe ya bo Erdên Dagirkirî (Îsraîl) de ragihand ku ew wê serdanê ji bo asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Îsraîlê wek “pêngaveke girîng” dibînin.”

Şandeke Tirkiyê ku ji Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiyê Sedat Onal pêk dihat, serdana Erdên Dagirkirî yên Filistînî kir û bi rayedarên Rejîma Siyonîst re hin hevdîtin kirin.

Kalin roja Pênşembê 17ê Sibata 2022ê têkildarî wê serdana du rojî de ragihand, di serdanê de derbarê peywendiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de ligel berpirsên Îsraîlê gotûbêj hatine kirin û di çarçêva pînekirina îdiayên hikûmeta Erdogan derbarê qaşo piştgiriya ji Filistînê de jî got: “ Herwiha em li ser mesela Filîstînê jî axivîn. Me derfet dît ku hestyariyên xwe yên derbarê Mizgefta Eqsayê ji  Îsraîlê re ragihînin. Me bendawriyên xwe yên li ser vê mijarê anîn ziman.”

Kalin diyarkir ku wan di serdanê de pirsên navçeyê û geşedanên dawî ên li welatên cîhanê jî nirxandine  û got: “Geşadanên li Kendava Farsê, Sûriye, Ukrayna û mijarên din jî di rojeva me de bûn.”

Berdevkê Erdogan tekez kir ku ew wê serdanê ji bo asayîkirina pewyendiyên ligel Îsraîlê wek “pêngaveke girîng” dibînin.”

Serepeyv