Sibat 18, 2022 23:06 Asia/Tehran
  • Taxima tirkiyeyî serdana Filistînê û erdên dagirbûyî kir

Taximeke ji Tirkiyê ji bo gotûbêja bi rayedarên Filistînê û Rejîma Siyonîst serdana erdên dagirbûyî kir.

Ev di halekî da ye ku rayedarên dewleta Tirkiyê bi serokatiya Erdoxan bi caran ragihandiye ku pişta gelê Filistînê li hemberî dagirkeriya Rejîma Siyonîst digirin; Lê şehedî nîşan didin ku tu wextî kêşeyeke rasteqîn di têkiliyên Tirkiyê û Rejîma Siyonîst da tunebûye.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Îbrahîm Kalîn berdevkê serokomartiyê û şêwirmendê Receb Teyib Erdoxan û Sedat Onel alîkarê rojavayê Asyayê yê Wezareta derve ya Tirkiyê roja Pêncşemiyê serdana Filistînê û erdên dagirbûyî kiriye û di gel rayedarên Filistînê û Rejîma Siyonîst civiyane.

 

 

Serepeyv