Sibat 18, 2022 17:01 Asia/Tehran
  •  Li Wan û Agiriyê 7 kes bi tometa endamtiya PKK hatin girtin

Li parêzgeha Agirî ya Tirkiyê 3 kes bi tohmeta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li Dadgeha Cezayê ya Giyadînê roja Pêncşembê 17ê Sibata 2022an proseya darizandina 6 kesan hat lidarxistin ku di operasyoneke hêzên emnî yên Tirkiyê de li qezaya Giyadîn a ser bi parêzgeha Agiriyê ve hatibûn desteserkirin.

Bi biryara dadgehê, 3 ji wan kesan bi mercê dadê hatin azadkirin û 3 kesên din jî bi tohmeta endamtiya PKKê cezayê zindanê bi ser wan de hat sepandin û hatin girtin.

di çend rojên bihorî de li çend parêzgehên Tirkiyê di salvegera girtina Abdullah Ocalan rêberê PKKê de hêzên ewlehî yên Tirkiyê hejmarek operasyon pêk anîbûn û gelek kes desteser kiribûn.

Ji aliyê di ve, li Wanê jî 4 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin

Li parêzgeha Wanê ya Tirkiyê, ji 12 kesên ku 15ê Sibatê di roja salvegera girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan de hatibûn desteserkirin, 4 kes bi biryara dadgehê bi tohmeta "endamtiya PKKê" hatin girtin.

Roja 15ê Sibata 2022an di roja salvegera girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan de hêzên ewlekarî yên Tirkiyê li parêzgehên Wan, Şirnex û Colemêrgê operasyonên hevdem pêk anîbûn.

Di wan operasyonan de 12 kes bi hinceta ku dê di roja girtina Ocalan de çalakiyan lidar bixin hatibûn desteserkirin.

Piştî wergirtina îfadeya wan, her 12 kes bo dadgehê hatin veguhestin. Parêzgariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji 12 kesên li Wan, Şirnex û Colemêrgê hatibûn desteserkirin 4 kes bi biryara dadgehê hatine girtin.

Li tevahiya Tirkiyê, roja 15ê Sibatê di girtina Ocalan de zêdetir ji 100 kesan hatibûn desteserkirin.

Serepeyv