Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê: Di mehekê de 197 pizîşkan ji Tirkiyê koç kirine
Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) ragihand ku di Çileya 2022ê de 197 pizîşkan ji Tirkiyê koçî welatên din kirine.
Li Tirkiyê hejmara pizîşkên ku koçî welatên derve û Ewropayê dikin roj bi roj zêde dibe.
Li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk di 5 salên dawî de 4 hezar û 583 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di meha destpêkê ya sala 2022ê jî hejmara pizîşkên ku ji Tirkiyê koç kirine gihiştiye 197 kesî.
Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Pizîşkan a Izmirê Suleyman Kaynak derbarê mijarê de got eger rewş bi vî awayî berdewam bike dê sala 2022ê hejmara pizîşkên ku ji Tirkiyê koç bikin dê bighêje 2 hezar û 500î û divê Wezareta Tendirûstiyê bi awayekî lezgîn tedbîran werbigre.
Kaynak derbarê sedemên koçkirina pizîşkan de dibêje: “Sedema yekemîn aboriye, 5 hezar û 800 lîre mûçe werdigrin û ev sê qat di jêr sînorê hejariyê de ye. Sedema duyem jî şert û mercên xebatê ye ku bi rastî di rewşeke xirab de kar dikin. Sedema sêyem jî sîstema tendirûstiyê ye ku rêvebirina wê xirab e û çaremîn sedem jî bandora welatiyan e.”
Li gor amarên Yekîtiya Pizîşkên Tirk di 10 salê dawî de hejmara pizîşkên ku ji Tirkiyê koç kirine 22 qat zêdetir bûne û sala 2021ê hezar û 321 pizîşk çûne welatên din.
Pizîşkên Tirkiyê heta niha gelek caran ji bo başkirina mûçeyê xwe û şert û mercên kar çalakî pêk anîne û bo çend rojan dest ji kar berdane. Lê tevî vê yekê hikûmetê ji bo wan ti pêngavek neavêtiye. Di 8ê ve mehê de pizîşk careke din li seranserê Tirkiyê ji bo bidesxistina mafên xwe dest bi grevê kirin.