Sibat 16, 2022 17:55 Asia/Tehran
  • Tirkiyê dil heye berpirsên Hemasê derxîne

Medyayeke Tirkiyê qala biryara rayedarên vî welatî ji bo derxistina çalak û berpirsên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) yên niştecihê Tirkiyê kir.

Ev di halekî da ye ku rayedarên dewleta Tirkiyê bi serokatiya Receb Teyib Erdoxan bi caran ragihandiye ku pişta gelê Filistînê li hemberî dagirkeriya Rejîma Siyonîst digirin.

Rojnameya Huriyetê roja Çarşemiyê aşkira kir; Ev sal û nîvek e ku dewleta Tirkiyê kanaleke gotûbêja nihênî di gel çend welatên navçeyê û Rejîma Siyonîst pêk aniye.

Li gorî vê raporê, piraniya van gotûbêjan di gel Rejîma Siyonîst bû ku daxwaza derxistina çalakên Hemasê ji Tirkiyê dike.

Ev di rewşekê da ye ku Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê vê dawiyê di axaftinekê da gotibû, Îshaq Hêrtzûg serokê Rejîma Siyonîst di nîveka Adara 2022an dê serdana Tirkiyê bike.

Pêwendiya navbera Tirkiye û Israîlê hertim asayî û ber bi berfirehbûnê va bûye û van têkiliyan aliyê ewlehî û aborî girtiye ber xwe.

 

 

Serepeyv