Xwepêşandana jinan li Stenbolê: 'Gel di nav hejariyê de dijî'
Xwepêşandana jinan li Stenbolê: 'Gel di nav hejariyê de dijî'.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê hejmarek ku piraniya wan jin in di destê wan de tawe û beroş derketine kolanê. Ew bi slogana “rabin ser xwe” baca zêde protesto dikin ku bo elektrîk û pêdeviyên jiyanê yên sereke hatiye danîn.
`Em dixwazin azad û wekhev bijîn`
Fidan Ataselim, Sekretera Giştî yê Platforma Emê Sûcên Dijî Jinan Rawestînin, dibêje, “Li vî welatî jin, karker û malnişîn di nav hejariyê de hewl didin bikaribin bijîn. Karker bo wergirtina mûçeyekî li gor keda xwe têdikoşin û herwiha jin jî bi vî awayî. Ligel vê yekê em dijî tundûtîjiya mêran jî têdikoşin, em dixwazin azad û wekhev bijîn lê me sînordar dikin.”
Polîsan bi hinceta ewlekariyê kombûn û xwepêşandana jinan asteng kirin û dem bi dem di navbera tîmên polîsan û xwepêşandaran de alozî derketin.
`Dixwazin hemû kes bêdeng bin`
Sami, Xwepêşandar, dibêje, “Polîs dixwaze berxwedana gel asteng bike. Dixwazin hemû kes bêdeng li malên xwe bimînin û pereyên wan faturayên ku ji %100 û ji %125 hatine zêdekirin bidin. Dixwazin me bêdeng bikin û mezinbûna hevkariya me asteng bikin.”
Li Tirkiye di destpêka meha Sibatê de rêjeya enflasyonê nêzîka %50î bû. Di destpêka salê de jî baca ser elektrîkê bi rêjeya %50 heta %127 hatiye zêdekirin. Ligel zêdekirina baca elektrîkê zêdekirina baca li ser sotemenî, xwarin û hemû pêdeviyan bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kiriye.
`Rewş xerab e`
Meral, Xwepêşandar, radigihîne, “Ev hevalên li vê derê hemû malnişîn û kesên ku kêm mûçe werdigrin û rewşa wan xirab e. Malnişîn 4 hezar û 500 lîre mûçe werdigrin û fatorayên wan yên elektrîkê 3 hezar û 300- 400 lîre tên, nikarin bidin û em nadin.”
Ev demeke li çend parêzgehên Tirkiye xwepêşandan tên kirin û nerazîbûn tên diyar kirin. Her çiqasî rayedarên hikûmetê û berpirsên AKPê bi daxuyaniyên xwe hewl didin rewşê aram bikin lê ji ber çareneserkirina pirsgirêkan û kêmnekirina bacê nerazîbûna xelkê berdewam in.