Sibat 14, 2022 09:44 Asia/Tehran
  • Medyaya siyonîst: Serokê Mossad'ê bi awayê veşartî serdana Tirkiyê kiriye

Medyayeke Rejîma Siyonîst qala serdana beşartî ya serokê Mossad'ê bo Tirkiyê kir.

Medyayeke Rejîma Siyonîst tevî destnîşankirina raporên rojnameyên Tirkiyê derbarê serdana rayedarên bilind ên vê rejîmê bo Enqerê ragihand ku renge serokê Mossad'ê yek ji van kesayetiyên ewlehiyê be.

Li gorî rapora Kanala 14an a televîziyona Rejîma Siyonîst, di serdema Yûsî Kohen serokê berê yê Mossad'ê, vê servîsa sîxoriya Rejîma Siyonîst di gel servîsa istioxbaratî ya Tirkiyê hevkarî kiriye û têkiliya wan hebûye, gerçî ku di asta siyasî da ev têkilî aloz bûye.

Rojnameya Yedîût Aharûnûtê jî nivîsî: Elûn Ewişbîs rêveberê giştî yê Wezareta derve ya vê rejîmê meha borî bi awayê veşartî ji bo pêkanîna hevahengiyên pêwîst ji bo sserdana Îshaq Hêrtzûg serokê Rejîma Israîlê bo Tirkiyê, serdana vî welatî kiriye.

 

Serepeyv