Çile 31, 2022 18:47 Asia/Tehran
  • Dibe ku Ermenistan beşdarî Konferansa Tirkiyê nebe

Serokê Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Meclîsa neteweyî ya Ermenistanê beşdariya tekûz a vî welatî li konferansa Analyaya Tirkiyê red kir.

Li gorî rapora malpera Radyoya gelemperî ya Ermenistanê, Êdward Aqacaniyan, Serokê Komîsiyona Pêwendiyên derveyî ya Meclîsa neteweyî ya Ermenistanê got: Aniha biryara herî dawî derbarê beşdariya Yêrîvanê li konferansa dîplomatîk a Analyayê li Tirkiyê tuneye.

Ev di halekî da ye ku Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê derve yê Tirkiyê beriya vêya ragihandibû ku Ararat Mîrzûyan wezîrê derve û Robin Robîniyan nûnerê Ermenistanê di warê Tirkiyê da dê beşdarî vê komcivîna dîplomatîk bibin.

Konferansa dîplomatîk a Analyayê dê ji 11 heta 13ê Gulana 2022an were lidarxistin. Di vê konferansê da dê derbarê rewşa Qefqaza Başûr jî behs were kirin.

 

Serepeyv