Çile 31, 2022 08:46 Asia/Tehran
  •  Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê: Ji ber berfê rêyên gelek tax û gundan hatin girtin

Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêyên 141 tax û gundan hatin girtin.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber berf û bagerê rêya 40 taxan hat girtin.

Tîmên şaredariyê ji bo rêyên girtî bên vekirin dixebitin û berfa li ser kolan û peyarêyan paqij dikin.

Li bajêr bi 300 wesayît û 700 personelan va rê tên vekirin, tîm nexweşan digîhînin nexweşxaneyan.

- Mûş, Bidlîs û Hekarî

Li Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 13 gund û taxan, li Hekariyê rêya 33 tax û gundan, li Bidlîsê jî 55 gund û mezrayan hatin girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr li 3 bajaran ji bo rê bên vekirin dixebitin.

Li Sîvasê berfê rêya 118 gundan girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn, li tevahiya bajêr rêyên 118 gundan girtî ne.

Ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.

Dema ku ekîb rêyan vedikin, pêşiyê rêya gundên ku nexweş lê hene, jin diwelidin û mirin lê çêbûye, vedikin.

Li Erziromê rêya 220 taxan ji ber berfê hat girtin

Li Erziromê rêya 220 taxan ji ber berfê hat girtin, hewl tê dayîn ku rê bên vekirin.

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo rêya 220 taxên ji ber berfê hatine girtin vekin dixebitin.

Tîmên Midûriya Herêma 12emîn a Rêbejayê ji bo rê qeşa negrin xoy direşînin.

-Qers

Li Qersê jî tîmên Midûriya Herêma 18emîn li ser rêya Kaxizman û Agiriyê ya ji ber berf û bagerê ji hatin û çûyînê ra hat girtin xebitîn.

Ji bo rê ji hatin û çûyînê ra dîsa bê vekirin ekîb dixebitin.

Serepeyv