Çile 30, 2022 09:58 Asia/Tehran
  •   Tirkiye - Deltaya Çuxurovayê mazûvaniya çûkên koçber dike

Li Deltaya Çuxurovayê ji herêmên herî avî yên Tirkiyeyê bi dinyayê ra di heman demê da çivîkên koçber hatin jimartin û ji 40 cureyî 78 hezar cûcikên avê hatin tesbîtkirin.

Çivîkên ji bakurê Ewropayê koçî Afrîkayê dikin sê rêyan bi kar tînin, ji wan rêyan 2 heb li Deltaya Çuxurovayê ne, di nav çivîkên koç dikin da flamîngo, masîxwirên gewr, çulixa karanê, diranşe, devkevçî, sumru hene.

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê û Komeleya Lêkolînên Tebîetê her sal di heman dîrokê da li herêmê çivîkên mehên mijdar û berfanbarê da tên herêmê dijmêrin.

Jimartina çivîkan li hermû dinyayê di heman demê da tê kirin, di xebata li Çuxurovayê da 78 hezar çivîkên ji 40 cureyî hatin tesbîtkirin.

Serepeyv