Çile 28, 2022 16:53 Asia/Tehran
  • Hewldanên Tirkiye û Rejîma Îsraîl ji bo asayîkirina pêwendiyan

Rewşa aborî ya Tirikiyê bûye sedem ku rejîma vî welatî lingên xwe dayne ser siyasetên xwe yên berê û siyaseta xwe ya derve biguhere û bixebite ku pêwendiyên xwe bi Rejîma Siyonîst, hin l welatên Ewropî û Ereb re asayî bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Çarşembê 26ê Çileya 2022ê di hevpeyvîneke televîzyonî de bal kişand ser peywendiyên welatê xwe yên ligel rejîma Îsraîlê û amaje bi hewlên asayîkirina peywendiyên Enqere û Televîvê da.

Erdogan got: “Biryar e birêz Hêrzok, Serokê Îsraîlê destpêka meha sibatê serdana Tirkiyê bike. Bi vê serdanê reng e qonaxeke nû ya pêwendiyan ligel Îsraîlê dest pê bike. Em jî wê wek pêşhateke girîng û erênî dinirxînin.”

Piştî cîbicîkirina sîstema Serokayetiya Komariyê li Tirkiyê  di sala 2018ê de guherînkariyek berçav di siyaseta derve ya wî welatî de çêbû û peywendiyên wê yên ligel çendîn welatan aloz bûn.

Lê dîroka aloziya di pêwendiyên Enqere û Televîvê de ji wê kevintir e û di çend salên borî de çendîn hewlên asayîkirina peywendiyên di navbera herdû aliyan biserneketibûn.

Pêwendiyên Tirkiye û rejîma Îsraîlê bi îtîrafpêkirina Tirkiyê bi Îsraîlê di sala 1949ê de destpê kirin, bi vê yekê jî Tirkiye bû yekem welatê piraniya nişteciyên wê misimilman ku îtîrafê bi hebûna Îsraîlê bike

Di Çileya 1950ê de nûneratiya Tirkiyê li erdên dagirkirî (Îsraîl) hatiye vekirin û di Çileya 1980ê de balyozxaneya Tirikiyê li erdên dagirkirî hate vekirin

Di 31ê Gulana 2010ê dema 6 keştiyan hewil didan dorpêça li ser Xezeyê rakin 8 welatiyên Tirk û welatiyekê Tirk-Amerîkî ji aliyê Rejîma Îsraîlê ve hatin kuştin.Wê bûyerê aloziyên di navbera herdû aliyan de gihandin lûtkeyê.

Piştî vê yekê Tirkiyê balyozê xwe ji Telavîvê vekişand û balyozê Rejîma Siyonîst jî ji Enqerê derxist. Tirkiyê hevahengiyên xwe yên serbazî ligel Îsraîlê ragirtin.

Di Mijdara sala bihorî de Serokwezîrê rejîma Îsraîlê Naftali Bennett bi telefonê pêwendî ligel Serokkomarê Tirkiyê Erdogan kir. Ev jî piştî wê yekê ku Tirkiyê du welatiyên Îsraîlê azadkirin ku wêneyê mala Erdogan ya li Stenbolê girtibûn û bi wê yekê hatibûn tohmetbarkirin ku sixurtî kirine.

Serepeyv