Çile 27, 2022 12:14 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê deynê xelkê bo bankeyan 75 milyar dolar derbas kir

Li Tirkiyê ji ber debar zehmet bûye welatî ji neçarî krediyê ji bankeyan werdigrin û hewl didin bi wê krediyê li ser piyan bimînin an bo xwe karekî bikin an otomobîlekê bikirin. Lewra roj bi roj deynê xelkê bo bankeyan zêde dibe.

Yekîtiya Bankeyên Tirkiyê (TBB) ragihand ku li gor amarên Mijdara 2021ê deynê kartên kredî û krediya şexsî ku ji banke û kompanyayan hatine wergirtin gelekî zêde bûye û 75 milyar dolar derbas kiriye.

Li gor amarên Yekîtiya Bankeyan, di Mijdara 2021ê de 34 milyon û 800 hezar kesan krediya şexsî wergirtiye û tê wateya ku her kesekî nêzîka 29 hezar û 200 lîreyê Tirkî kredî ji bankeyan wergirtiye.

Krediyên şexsî ku hatine wergirtin ji sedî 46 krediya pêwîstiyan, ji sedî 30 krediya avahiyan, ji sedî 19 krediya kertan û ji sedî 5ê wê jî krediya otomobîlan e.

Li gor amaran, hejmara kesên krediya pêwîst wergirtine li gor Nîsana sala borî daketiye lê piştî Banka Navendî di Îlona 2021ê de cara yekem rêjeya faîzê daxist ev rêje careke din zêde bûye.

Serepeyv