Çile 27, 2022 10:13 Asia/Tehran
  •  Erdoxan Pûtîn vexwende Tirkiyê

Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê, Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê bo serdana vî welatî vexwend.

Li gorî rapora Dayli Sabah'ê, Vexwendina Pûtîn ji aliyê Erdoxan va ji bo şêwirîna derbarê mijarên navçeyî û berfirehkirina pêwendiyên dualî hatiye ragihandin.

Ev di halekî da ye ku kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S-400a Rûsiyê jî zêde ji du salan e ku Tirkiye daniye ber nerazîtî û zexta ji aliyê hevpeymanên vî welatî li NATOyê û Amerîkayê.

 

Tirkiyê pêştir ji vê yekê ragihand ku bêyî berçavgirtina hişyariyên Amerîkayê dê berfirehkirina pergalên berevaniya asimanî yên nû wek beşek ji projeyên bergiriya mûşekî ya navxweyî di sala 2022an da bidomîne.

 

Serepeyv