Çile 26, 2022 18:50 Asia/Tehran
  •   Sirr û sexema kêmdîtî li Tirkiyeyê; Li Sêwasê germahiya hewayê daket 30,9 pileyê binê sifirê

Li Guruna navçeya Sêwasê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 30,9 pile hat pîvandin û ev wekî ciyê herî sar ê li Tirkiyeyê hat qeydkirin.

Li gor agahiyên li ser malpera Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiya Tirkiyeyê, hewaya herî sar li Gobekorena gundê Gurunê hat pîvandin û piştî wê bi 29,6 pileyên binê sifirê va Samata gundê Geredeya navçeya Boluyê kete rêzê.

Germahiya hewayê li Dortdîvana navçeya Boluyê di binê sifirê da 28, li Pinarbaşiya navçeya Qeyseriyê di binê sifirê da 26,8, li Kuluncaka navçeya Meletiyê jî di binê sifirê da 22,3 pile hat pîvandin.

Sermayê li navendê û navçeyên din ên Sêwasê jî tesîra xwe nîşan da.

Serepeyv