Çile 26, 2022 12:19 Asia/Tehran

Kebaba pîvazan xurekê bitescîl ê Rihayê ye û bi taybetî zivistanê wekî "depoya şifayê" eleqeyê dibîne.

Cureyên kebabên Rihayê seba çanda mitfaqa bajêr girîng e. Kebaba pîvazan jî zivistanê di nav xurekên ku herî zêde tê tercîhkirin da cih digire. Kebab bi pîvaz û goşt tê çêkirin.

Şîşan ji pîvaz û goşt ra derbas dikin û didin ser agirê komirê û dipêjin.

Saziya Patent û Marqeyan a Tirkiyê di 2018an da belge da û kebab wekî "Kebaba pîvazan a Urfayê" tescîl kir. Ev kebab bi îsotên tûj, tirşika hinaran, tivir û lîmonê tê xwarin. Ji ber ku di pîvazan da antibiyotîk heye, kesên ku jê dixwin, şifayê dibînin.

Mehmet Kayayê xwediyê loqanteyeke bajêr got ku kebaba pîvazan di nav kebabên bajêr da girîng e.

Kaya got, "Mişteriyên taybet ên vê kebabê hene. Bi her tiştê xwe va ev kebab wekî depoya vîtamînan e. Me beriya zivistanê rojê 30 porsiyon difirot, lê bi hatina zivistanê ra rojê 100-200 porsiyon tê xwarin. Tirşikê hinaran tehma kebabê xweştir dike."

Mehmet Aydogduyê ku tehma kebaba pîvazan daye binê zimanê wî jî got ku ew her sal bi sarbûna hewayê ra vê kebabê tercîh dike.

Serepeyv