Çile 25, 2022 12:46 Asia/Tehran
  • Serokê CHPê: Divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin

Serokê CHPê derbarê rojeva dersa hilbijarte ya zimanê Kurdî de diyar kir ku eger astengiyek hebe divê bê rakirin. Serokê DEVAyê Alî Babacan jî got “zimanekî dayikê yê ku herî zêde tê axaftin û tê bikaranîn, di demên wiha de dibe mijar bi rastî em bi vê xemgîn dibin”

Li gorî Rûdawê, Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li navenda Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) serdana Ali Babacan kir û piştî serdanê her du serokan civîneke çapemeniyê saz kirin.

Serokê CHPê derbarê rojeva dersa hilbijarte ya zimanê Kurdî jî bersiva pirsa rojnamevanan da û diyar kir ku eger astengiyek hebe divê bê rakirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje “Di mijara dersa bijare ya zimanê Kurdî de eger astengiyek hebe divê ev astengî bê rakirin. Ji ber hemû mirov bi awayekî serbixwe dikarin zimanekî biyanî an jî zimanê dayikê fêr bibin û perwerdeya wê jî bê dayîn. Eger li pêşiya vî tiştî astengiyeke hebe divê bê rakirin. Nexwe, mirov dikare serbixwe fêrî her zimanekî biyanî, her zimanekî dayikê bibe. Di vê mijarê de jî perwerde dikare bê dayîn. Ger astengî hebin divê bên rakirin.”

Herwiha Kiliçdaroglu di derbarê serdana xwe ya Amedê de ya di roja 27 vê mehê de jî got “Eger demokrasî bê vî welatî, di welatî de hebe, li vî welatî ti kes ji ber nasnama xwe neyê cudakirin, ji ber baweriya xwe neyê cudakirin rêya vê di Amedê de derbas dibe. Ez dê ji Amediyan re vê yekê bibêjim. Ez ê ramanên xwe ragihînim û bi hemû dilpakî bersiva pirsên wan bidim.”

Li aliyê din Serokê DEVAyê Alî Babacan jî ragihand “Li ser vê xakê zimanekî dayikê yê ku herî zêde tê axaftin û tê bikaranîn, di demên wiha de dibe mijar bi rastî em bi vê xemgîn dibin. Di demokrasiyeke asayî û bikêrhatî de divê ev nebe mijar jî, ya pêwîst divê bê kirin. Me beriya niha jî di daxuyaniyên xwe yên berê de helwesta xwe ya di derbarê vê mijarê de bi awayekî zelalî eşkere kiribû.”

Serepeyv