Çile 25, 2022 10:36 Asia/Tehran
  • Parezerê Davutoglu derbarê cezakirina Demirtaş de daxuyanî da

Parêzerê  Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, derbarê proseya dadgehkirina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn de got: “Ev darizandin tenê ne girêdayî giliyê birêz Ahmet Davutoglu hatiye kirin û nîşandana bi vî awayî nêteke xirab e.”

Li 14emîn Dadgeha Ceza ya Mêrsînê 24ê Çileya 2022an proseya dadgehkirina Selahattin Demirtaş li ser dosyeya “sivikayetî bi Ahmet Davutoglu kiriye” birêve çû ku ji ber gotareke 27ê Sibata 2016an di mitînga partiya xwe ya Mêrsînê de pêşkêş kiribû, doz derbarê wî de hatibû vekirin.

Parêzerê  Ahmet Davutoglu, Ahmet Başçi derbarê cezakirina Selahattin Demîrtaş de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da.

Başçi di peyama xwe de dibêje: “Doza birêz Selahattin Demirtaş ku li Mersînê hat dîtin, ne li ser daxwaza  birêz Ahmet Davutoglu bûye û ew doz serbixwe ye. Ew beyanên dibêje ku darizandin tenê li ser dosyeya sivikayetî bi Ahmet Davutoglu kiriye birêve çûye, ne rast e û zelal e ku ev nêteke xirab e. Di dozên giştî de gilî betalkirin nîne û bibe jî bandorê li proseya darizandinê nake.”

Başçi di daxuyaniyê de herwiha diyar dike ku Davutoglu di sala 2020an de bi armanca destpêkirina demeke nû hemû dozên xwe yên ne giştî betal kirine û ne Davutoglu ne jî parêzerên wî beşdarî doza li Mersinê nebûne.

Selahattin Demirtaş ku zêdeyî pênc sal in di girtîgehê de ye, bi tohmeta sivikayetî bi Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu kiriye, 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Hejmareke zêde ya parêzerên Demirtaş rasterast di rûniştina dadgehê de amade bûn. Selahattin Demirtaş ji Girtîgeha Edirne û hejmarek parêzerên Demirtaş ji Amedê bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinê bûn.

Serepeyv