Çile 23, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Berf û bahoza kêmdîtî li Mûşê; Welatî bi tunelên berfê ji malan derketin

Li parêzgeha Mûşê ya Tirkiyê welatî bi tunelên berfê ji malan derketin

Li Mûşê welatî du rojan nikarîn ji ber berf û bahozê derkevin derve û beşeke welatiyan tunelên berfê vekirin heta ji malên xwe derketin.

Gund di bin berfê de man

Zarok piştî du rojan barîna berfê û bahozê karîn ji malên xwe derbikevin û dest bi lîstikên curbicur ên berfê bikin. Dibe ku zehmetiyên zivistanê bo demekê ji bo wan bi dawî hatibin, lê ji bo malbatên wan nû destpê dikin.

Gundê Çengilî yê li Mûşê ya Tirkiyê, yek ji wan 39 gundên wê parêzgehê ye ku di du rojan de zêdeyî 2 metreyên berfê lê bariye. Ji ber berfa zêde derî û pencerêyên malan hatine girtin.

`Me nedikarî biçin derve`

Sabri Yondem, Welatî, diyar dike, “Di dema du rojan de befir barî. Piştre bahozê destpê kir. Me nedikarî biçin derve.”

Traktor û otomobîlên gundiyan jî bi temamî di bin berfê de mane.  Ji ber berf û bahoza berdewam  xelkê gund nedikarîn derbikevin derve û pêdiviyên ajelên xwe dabîn bikin.

`Me tunel vekirin`

Huseyn Omer,Welatî, radigihîne, “Du rojan bi berdewamî bahoz hebû. Me nedikarî derkevin derve. Ajelên me jî man di axuran de. Me rojê tenê carekê êm dida wan. Dergeh û pencere hemû hatibûn girtin. Me tunel vekirin û derketin.”

Tîmên Îdareya Taybet ya Mûşê ji bo vekirina rêyan li ser karûbarên xwe berdewam in, lê ji ber ku berfeke zêde barie pêdiviya wan bi dem heye heta ku bikarin rêyên hemû gundên navçeyê paqij bikin.
 

Serepeyv