Çile 23, 2022 17:02 Asia/Tehran
  •  Piştî hilbijartina dersa kurdî; Astengiyeke din li ber dersa Kurdî: Kêmasiya mamosteyan

Piştî hilbijartina dersa kurdî; Astengiyeke din li ber dersa Kurdî derketiye û ev jî kêmasiya mamosteyan e.

Li Tirkiyê ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî li dibistanên navendî gelek sazî, partî, siyasetmedar, hunermend û saziyên civaka sivîl dest bi kampanyayan kirine û piştgiriyê didin proseya hilbijartina dersa Kurdî. Di encama wan kampanyayan de niha hejmareke zêde ya xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine. Lê  piştî hilbijartina dersa bijarte niha astengiyeke din ya li pêşiya zimanê Kurdî, di dibistanan de kêmasiya mamosteyên zimanê Kurdî ye.

'20 milyon Kurd û 1500 mamoste'

Mikaîl Bulbul, Kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê, dibêje, “Îsal em hêvî dikin gelek serlêdan çêbibin, eger dibistan astengiyê dernexin û bi awayekî dirust û objektîv ji bo wezaretê neqil bikin, ji ber ku em dizanin astengî hene û neqil nakin. Dibe gelek mamoste lazim bibin. Zêdetirî 1500 mamoste hene, zêdeyî 20 milyon Kurd li Tirkiyê dijîn û 1000-2000 hezar mamoste jî têrî nake.”

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê gelek caran di dibistanan de kêmasiya mamosteyan bi rêya mamosteyên demkî çareser dike û ew mamoste bi girêbesta salekê kar dikin. Niha eger heye Wezareta Perwerdehiyê  kêmasiya mamosteyên Kurdî jî bi heman awayî çareser bike.  Mamosteyên demkî gelek caran ji derveyî beşa xwe beşdarî waneyên din jî dibin, ku ev jî dibe sedem ew wane ne ji aliyê mamosteyên di warê xwe de pispor ve bên dayîn.  Li ser vê yekê zana û şarezayên zimanê Kurdî dibêjin divê dersa Kurdî ji aliyê kesên xwedî şiyan ve bên dayîn.

`Zimanê nivîskî cuda ye`

Roşan Lezgîn, Nivîskar û Lêkolînerê Zimanê Kurdî, radigihîne, “Bi hezaran kes mezûn bûne, dîplomayên xwe wergirtine, perwerdeya zimanê Kurdî wergirtine. Zimanê nivîskî cuda ye, gramer û rastenivîs divê û formasyoneke taybet a Kurdî jî heye.”

Mamosteyên Kurdî jî balê dikişînin ser hejmara xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine û bang li aliyên peywendîdar dikin ku ew di dibistanan de bêne wezîfedarkirin.

Mamoste li benda tayînkirinê ne

Seyfullah Tutan, Mosteyê Zimanê Kurdî, diyar dike, “Ev 4 sal in ez li bendê me biçim mamostetiya Kurdî bikim. Mamoste ji bo Kurdî nayên wergirtin. Divê Wezareta Perwerdehiyê dest biavêje vî karî, ji ber ku pêdiviya Kurdan û zimanê Kurdî bi vê yekê heye.”

Derbarê hejmara xwendekarên ku heta niha li Tirkiyê dersa Kurdî hilbijartine amarên teqez nîn in. Lê li gor sazî û rêxistinên ku wan kampanyayan dimeşînin, li hinek dibistanên li parêzgehên Tirkiyê 600 heta 300 xwendekaran ew ders hilbijartine. Di demekê de ku niha di hemû dibistanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê de tenê 79 mamosteyên zimanê Kurdî hatine damezrandin, ku ev jî hejmareke gelek kêm e bo xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine.

Proseya hilbijartina dersa Kurdî li dibistanên Tirkiyê berdewam e û heta 7ê Sibatê hatiye dirêjkirin. Îsal kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersa Kurdî birêve diçe.

 

 

Serepeyv