Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 72 hezar û 856 kesan pozîtîf derket 184 kes mirin
Çile 23, 2022 15:19 Asia/Tehran
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 417 hezar û 161 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 72 hezar û 856 pozîtîf derketin, 184 kes mirin.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 417 hezar û 161 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 72 hezar û 856 pozîtîf derketin, 184 kes mirin. Hejmara rehetbûyan jî 89 hezar û 926 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,37 a doza duyem jî weke 84,18 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 140 milyon û 665 hezar û 664 doz aşî hatiye kirin.