Çile 22, 2022 15:21 Asia/Tehran
  •  Sekreterterê Giştî yê IYI Partiyê:

Sekreterterê Giştî yê IYI Partiyê li ser pirseke derbarê doza girtina HDPê de got ”Eger pêwîst bike li gor min HDP divê bê girtin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Sekreterê Giştî yê IYI Partiyê Ugur Poyraz îro beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê de axivî.

Poyraz li ser pirseke derbarê girtina HDPê diyar kir ku di proseya girtina doza HDPê de got “Di doza girtina HDPê de proseya peywendiyên wê yên ligel terorê niha li darazê birêve diçe. Daraz dê biryara herî rast bide. Eger pêwîst bike li gor min HDP divê bê girtin.”

Ev di demekê de ye 20ê Çileya 2022an Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di çarçoveya doza ku bi armanca girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin, nêrîna Dozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ji HDPê re şandibû û ji bo parastinê 30 roj dem dabû wê partiyê.

Piştî vê yekê HDP dê parastina xwe ya li ser girtina dozê amade bike û di wan 30 rojan de parastina xwe bike.

Piştre dê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn daxuyaniyê bide û karbidestên HDPê jî parastina devkî bikin. Di vê proseyê daxwaza dema zêde jî dê ji aliyê Dadgeha Destûrê ve bê diyarkirin.

Niha proseya doza girtina HDPê birêve diçe. Komîteya Destûra Bingehîn a ku ji 15 endaman pêk tê dê biryara dawî ya girtina HDPê bide. Ji van 15 endaman eger 10 endam bibêjin bila partî bê girtin, ev biryar dê bigîhîje destê Serdozgeriya Komarê ya Dadegha Bilind û paşê dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin li gor destûra partiyên siyasî, siyasetmedarên HDPê dê 5 salan nikaribin partiyekê ava bikin, bibin endamên û rêvebirên wê partiyê.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

 

Serepeyv