Çile 22, 2022 13:20 Asia/Tehran
  • Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşît û cemedê

Li Kurdistana Tirkiyê, Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşît û cemedê hat dayîn.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê ya Tirkiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be, mij û cemedê were dîtin.

Germahiya hewaya herêmê ew ê ji ya demsalê kêmtir be bayê ji aliyên rojahilat û û rojavayê ra rabe.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Hekarî û Wanê di binê sifirê da 1, li Mûşê di binê sifirê da 2 û li Bidlîsê di binê sifirê da 6 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji ber aşîtê ji berpalan dûr bisekinin, bê tevdîr denekevin rê.

 

Serepeyv