Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi hevtayê xwe yê siyonîst re hevdîtin kir
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê siyonîst (Rejîma Îsraîlê) re bi telefonê axivî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, ev pêwendiya telefonî, yekemîn pêwendiya wezîrên karên derve yên Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst di 13 salên buhurî de ye ku bi awayekî eşkere û fermî tê ragihandin.
Pêştir Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû ku ew amade ne têkiliyên xwe bi Rejîma Siyonîst re baştir bikin.
Peywendiyên Rêjîma Siyonîst û Tirkiyê di heyama desthilatdariya Erdogan de, bi alozî û sarbûnê re rûbirû bûye, ji ber ku serokomarê Tirkiyê rexne li siyasetên siyonîstan li hember filistîniyan girtiye.
Piştî êrişa hêzên rejîma siyonîst ser gemiyeke Tirkiyê ku sala 2010 ji zîvala Xezeyê re alîkarî dibir, herdu aliyan balyozên xwe vegerandin.