Çile 19, 2022 14:24 Asia/Tehran
  •  Saziyên sivîl ên li Ewropayê banga hilbijartina dersa kurdî li Tirkiyê kirin

Komek saziyên eleqî yên sivîl ên li Ewropayê ji bo hilbijartina dersa kurdî bang kirin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Kongreya Avakirinê ya Dêrsimê, Fedarasyona Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Federasyona Komeleyên Mereşê, Navenda Çandê ya Koçgirî a Ewropayê, Komeleya Xinûsê ya Almanyayê,  Însiyatîfa Gel a Kurecîkê ya Almanyayê, Federasyona Kurdên Anatoliya Navîn, Komeleyên Demokratîk ên Elewî bi daxuyaniyeke nivîskî banga hilbijartina dersa kurdî li dibistanên Tirkiyê kirin.

Di daxuyaniyê de bal kişandiye ser polîtîkayên li ser kurdî û bang li kurdan hat kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin yan na dê kurdî jî bi windabûnê re rû bi rû bimîne.

Daxuyanî wisa dibêje, "Di demekê ku kurdî bi windabûnê re rû bi rû maye de ya esasî ew e ku ji kreşê (zarokistan) heya zanîngehan kurdî bê parastin, xwedî statuyekî fermî be û wekî zimanê perwerdeyê bi destûra bingehîn were mîsogerkirin. Dema ku em vana didin ber çavan divê kurd ji bo zarokên xwe di nava dersên bijarte de kurdî hilbijêrin. Ev mijarekî wekî jiyanî girîng e."

 

Serepeyv