Kurdistana Tirkiyê - Li hin bajaran ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin
Li Qersê ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr îro dibistan hatin tetîlkirin.
Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li gor daxuyaniya Walîtiya Qersê, ji ber ku li bajêr û navçeyan berf dibare û ji ber rewşa hewayê ya nebaş, li tevahiya bajêr perwerde û hîndekarî 19ê rêbendanê roja çarşemê hat tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên astengdar û ducanî yên saziyên qamuyê jî wê îro destûrgirtî werin hesibandin.
Li Mêrdînê ji ber berfa dibare ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.
Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê da hat diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê li tevahiyê bajêr xwendingeh bo rojekê tetîl kirin.
Personelên dewletê yên ducanî û astengdar jî ew jî bi destûr werin hesibandin.
Hat ragihandin, li Erzinganê ji ber barîna berfê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Walî Mehmet Makas di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku li bajêr şertên neyînî yên hewayê bi bandor e û wiha got, "Li seranserî parêzgeha me ji ber şertên neyînî yên hewayê 19ê Rêbendanê roja Çarşemê hemû dibistanên me ji bo rojekê hatin tetîlkirin. Ji personelê qamûyê yê astengdar û ducanî re jî destûra îdarî hat dayîn."
Li Îdirê ji ber berfa dibare ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.
Li bajêr berfa bi şev dest bi barînê kir û li herêmên bilind tesîra xwe zêde kir.
Ji ber vê jî tevahiyê xwendingehên li Qulpê û yên gundên Elîbeykoy, Mezra, Elîkoçek, Qereçomax, Kerwansaray, Pinarbaşî, Talîce û Qizilkuleyê ji bo rojekê tetîl kirin.