Serdana Serokomarê Tirkiyê bo Albanyayê
Çile 17, 2022 18:39 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama çû Tîranayê paytexta vî welatî.
Li gor kenala TRT ya Tirkiyê, di hevdîtina Serokomarê Tirkiyê û rayedarên Albanyayê de, dê pêwendiyên Tirkiye û Albaniyayê di asta şirîkatiya stratejîk de di hemû waran û rêçareyên kûrkirina vê hevkariyê de bên nirxandin.
Vekirina Mizgefta Adham Bey a Tîranayê ku ji aliyê Ajansa Hevkarî û Hevhengiya Tirkiyê (TIKA) ve hatiye nûjenkirin û axaftina li Parlamenta Albanyayê di nav bernamên Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo ziyareta Tîranayê ye.