Çile 16, 2022 15:25 Asia/Tehran
  • Hevserokê berê yê Şaredariya Amedê: ‘Li şûna Daristana Bahçelî, Daristana Tahîr Elçî’

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê li beramber çêkirina daristaneke bîranînê bi navê Serokê Tevgera Netewperest Devlet Bahçelî nerazîbûn nîşan da û got: “Kesên xatirê wan li ba me nebe, daristana bîranînê qet nabe.” Mizrakli tekez dike ku eger daristanek li wir bê çêkirin ew dê navê wê bikin daristana bîranînê ya Tahîr Elçî.

Nerazîbûnên li hember çêkirina daristaneke bîranînê bi navê Serokê Tevgera Netewperest a Tirkiyê Devlet Bahçeli berdewam in ku biryar e ew daristan li Çiyayê Kirklar ê parêzgeha kurdî ya Amedê ya bê çêkirin. Ev di demekê de ye di serî de xelkê navçeyê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî nerazîbûnan li beramber çêkirina wê daristanê nîşan didin.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û niha di girtîgehê de ye, derbarê çêkirina wê darsitanê de li ser hesabê xwe yê medya civakî Twiterê peyamek belav kir û nerazîbûn nîşan da. 

Mizrakli di wê peyama xwe de dibêje: “Dê li Amedê daristana bîranînê ya Bahçelî bê çêkirin. Kesên xatirê wan li ba me nebe, daristana bîranînê qet nabe. Eger hinek dar bên çandin em dê ji wê derê re bo bîranîna Tahîr Elçî bibêjin daristana bîranînê a Tahîr Elçî.”

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de li ser lîsteya HDPê li Amedê ji sedî 62ê dengan bidesxistibûn û bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Mizrakli di 19ê Tebaxa 2019ê de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn, piştre di 21ê Cotmeha 2019ê de bi hincetên siyasî hat girtin û heta niha di girtîgehê de ye. 

Serepeyv