Çile 16, 2022 14:22 Asia/Tehran
  • Partiya DEVAyê: Em daristana bi navê Bahçelî qebûl nakin

Rêxistina Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ya Amedê ragihand, ku ew  çêkirina daristaneke bîranînê ya bi navê  Serokê Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli(Baxçelî) li Amedê qebûl nakin û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê, ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.”

Karvedanên li dijî  daristaneke bîranînê ya bi navê  Serokê tevgera nejadperest a MHPê Devlet Bahçeli berdewam in,  ku biryar e ew daristan li Çiyayê Kirklar yê parêzgeha Amedê bê çêkirin. Ev demek e di serî de xelkê navçeyê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî nerazîbûnan li dijî  çêkirina wê daristana bi navê Bahçelî nîşan didin.

Duh 15ê Çileya 2022ê beşek ji endam, rêveber û alîgirên  Partiya DEVA yên Rêxistina Amedê jî li  Pira Dehderî ya dîrokî ya Amedê, bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî çêkirina “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” nîşan dan.

Serokê navçeya Surê yê DEVAyê Sadrettin Tosunlu li ser navê partiya xwe di daxuyaniyê de axivî.

Sadrettin Tosunlu diyar kir ku dayîna navê  siyasetmedarekê li daristaneke bîranînê ya Amedê,  ku ew siyasetmedar di nav Kurdan û xelkê navçeyê de ne xwedî bîranînên baş e, neheqiyek mezin e û got: “Em weke Rêxistina Amedê ya DEVAyê bi awayek eşkere dibêjin ku em vê helwesta li dijî dîrok, bîr û bîranîna bajêr qebûl nakin.”

Tosunlu tekez kir ku ti wateyeke erênî ya Devlet Bahçelî  di nav xelkê Amedê û navçeyê de nîne û got: “Dayîna navê siyasetmedarekê bo daristaneke bîranînê ya Amedê,  ku piştgirî daye gelek zilm û binpêkariyên li Amedê tê wateya pevçûna ligel xelkê wê.” 

Bahçelî hebûna kurdan li Tirkiyê înkar dike û li pişt gelek liv û tevgerên nijadperestî yên li dijî kurdan ew û partiya wî dikeve ber çavan. Wî bi eşkera nîşan daye ku dijmenê dilreqê kurdan e û yek ji hedefên hevpeymaniya wî bi AKPê re eva ye ku ji deshilata vê partiyê bona înkarkirin û binpêkirina mafên kurdan sûdê werbigire.

Serepeyv