Çile 16, 2022 13:00 Asia/Tehran
  •  Li parêzgehên kurdan ên Tirkiyê berf û bagerê riyên 1500 gundan asteng kirine

Li parêzgehên kurdan ên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê, berf û bagerê riyên zêdetir ji 1500 gundan girtiye û barîna berfê hîn jî berdewam e.

Pêleke berf û sermayê parêzgehên kurdan ên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê girtiye û li parêzgeha Wanê riyên zêdetir ji 900 gundan hatine girtine û pileya sermayê daketiye bin sifrê.

Li Erzeromê jî riyên 220 gundan û li Colemêrgê riyên 160 gundan hatine girtin û pileya sir û seqemê daketiye 11 derecan bin sifrê. Herwiha li Erzincanê jî riyên 20 gundan hatine girtin.

Serepeyv