Çile 15, 2022 21:10 Asia/Tehran
  •  Tirkiye; Li Erzirom, Îdir û Erzincanê ji ber berf û pûkê rêya 241 cî û warî ji çûn û hatinê ra girtî ye.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Ji ber berfê li Erziromê rêya 221 taxan hatiye girtin.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Li Erzincanê jî ji ber berf û pûkê rêya 13 gundan û li Îdirê jî ya 7 gundan ji çûn û hatinê ra girtî ye.

Lê li Qersê rêya 122 û Agiriyê jî rêya 207 gundan ku berfê girtî bû ji alî ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê va hatin vekirin.

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêya 444 wargehan hat girtin

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji ber rewşa hewayê rêya 444 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Li Wanê ji ber berf û bagerê rêya 257 wargehan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî, paqijkirina berfa li peyarêyan xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Li Mûşê ji ber rewşa hewayê rêya 23 gundan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Ekîb li Qerteldereya gundê Vartoya navçeya Mûşê berfa derketiye 2 mêtroyî paqij dikin da ku rê vekin.

Cahît Balkanê operastorê vekirina rê got ji ber ba û bagerê rêya ku ve dikin dîsa dixitime.

Balkan got ji bo vekirina rêyên girtî bi şev û bi roj dixebitin û wiha pê da çû: "Li hin ciyan qalindahiya berfê dibe 2-3 mêtro. Li herêmên bilind qalindahiya berfê zêde dibe. Em ligel zor

zehmetiyê xebatên xwe didomînin. Lewra li gundan dibe ku meriv nexweş bikevin, xwendekar herin xwendingehan. Em ji bo xizmeta gelê xwe têkoşîna xwe didomînin."

- Hekarî/Bidlîs

Ji ber berf û bagerê rêya 109 gund û gomên Hekariyê û 55 gund û gomên Bidlîsê hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Wekî mayîn ekîb li herêmên bilind ên bagera wan zêde ye jî bi zehmetî pêş va diçin.

Serepeyv