Çile 14, 2022 15:28 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 74 hezar û 266 pozîtîf derket 153 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 410 hezar û 116 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 75 hezar û 564 pozîtîf derketin, 153 kes mirin.

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 410 hezar û 116 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 75 hezar û 564 kes pozîtîf derketin, 153 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 51 hezar û 675 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,16 a doza duyem jî weke 83,86 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 138 milyon û 326 hezar û 318 doz aşî hatiye kirin.

 

Serepeyv