Çile 14, 2022 13:11 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê - Li gelek bajaran ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin

Li Qersê ji ber barîna berfê û sermayê dibistanên li bajêr hatin tetîlkirin.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya walîtiya Qersê da hat diyarkirin ku li bajêr û navçeyan berf dibare û serma heye, ji ber vê dibistanên seretayî, navîn û lîse di 14ê rêbendanê roja înê da hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên astengdar û bizaro jî ew ê bi destûr werin hesibandin.

Wan

Di daxuyaniya Walîtiya Wanê da wiha hat gotin:

"Ji ber berfa dibare di 14.01.2022yan roja înê da xwendingeh, navendên perwerdeya gel, saziyên perwerdeya taybet û navendên rehabilîtasyonê li bajêr û navçeyan ji bo rojekê hatin tetîlkirin. Wekî mayîn personelên dewletê yên astengdar û yên bizaro jî ew ê bi destûr werin hesabkirin."

Dêrsîm

Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Ovacixê da wiha hat gotin: "Ji ber berfa dibare û cemeda girtiye di 14ê rêbendanê da xwendingehên li navçeyên hatin tetîlkirin."

Erdexan

Li herêma Qurtqeleyê û Çildira navçeya Erdexanê jî ji ber berf û bagerê ji bo rojekê navber dan perwerdeya li xwendingehan.

Serepeyv