Çile 13, 2022 16:14 Asia/Tehran
  • Erdogan bi Serokwezîrê dewleta xweragihandî ya Qibrisa bakur re hevdîtin kir

Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Komara xweragihandî ya Qibrisa Bakur li Enqerê mijarên dualî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, hevdîtina Receb Teyib Erdogan û Faiz Sucuoğlu li Koşka Serokomariya Tirkiyê 90 xulekan berdewam kir.

Alîkarê Serokomarê Tirkiyê Fûad Oktay beşdarî civîna ku bi mebesta berfireh û kûrkirina têkiliyan hat lidarxistin, bû.

Oktay beriya hevdîtinê Erdogan bi Sucuoğlu re bi serokwezîrê Qibrisa Bakur re hevdîtinek pêk anîbû.

Artêşa Tirkiyê di sala 1983’an de Herêma Qibrisa Bakur dagir kir û hikûmeta xweragihandî ya vê herêmê bi piştgiriya berfireh a Enqerê serxwebûna xwe îlan kir. Heta îro tu welat û rêxistineke navneteweyî herêma Qibrisa Tirk a li bakurê girava Qibrisê wek dewleteke serbixwe nas nake û bi tenê Enqere wê wek dewlet bi fermî nas dike.

Serepeyv