Çile 13, 2022 11:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Komara Azerbaycanê

Piştî aloziyên vê dawiyê yên di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bi riya telefonê bi Wezareta Berevaniya Azerbaycanê axivî.

Li gorî rapora Tora Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyê (TRT), Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Halûsî Akar di gotûbêja bi Wezîrê Berevaniya Azerbaycanê Zakir Hesenov de Ermenistan bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir û got ku Enqere hertim li kêleka Komara Azerbaycanê ye û ji niha pê de jî dê di dozên Bakûyê de piştgiriya Komara Azerbaycanê bike.

Bakûyê hêzên Ermenistanê bi gullebarankirina çeperên hêzên Komara Azerbaycanê li herêma Kelbecarê tawanbar kir ku di encamê de leşkerekî Azerî hat kuştin.

Di vî halî de Ermenîstan, Komara Azerbaycanê bi bombebarankirina çeperên hêzên Ermenistanê bi balafirên bê mirov  ên ku Tirkiyê danê û topan tawanbar kir. Li gorî agahiyên Yêrêvanê, di êrîşa hewayî de 2 leşkerên Ermenî hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Hêzên Komara Azerbaycan û Ermenîstanê di sala 2020’an de li herêma Qerebaxê ya bi nakok li hember hevdu şer kiribûn, di vî şerî de Tirkiyê eşkera piştgiriya hêzên Komara Azerbaycanê kir. Herdu welatên Komara Azerbaycan û Ermenistanê ji dema bidawîhatina şerê 44 rojî ve, bi navbeynkariya Rûsyayê, gelek caran hevdu bi binpêkirina şertên agirbestê tohmetbar kirine.

Serepeyv