Çile 12, 2022 12:06 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Erdogan xizmeta lobiyên faîzê dike

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna fraksyona partiya xwe de bal kişand ser raportekê ku ji aliyê parlamenterekî partiya wî ve hatibû amadekirin û zanyarî jî ji fermangeha dewletê hatibûn wergirtin.

Li gor wê raportê, tenê li parêzgeha Enqerê ya Tirkiyê di sala 2019an de 74 hezar û 61 kesan ji ber nikarîne pereyên gaza xwezayî bidin gaz ji ser wan hatiye qutkirin. Di 2020an de 87 hezar û 626 kesan bi heman awayî nikarîne pereyên gaza xwe bidin û gaz ji ser wan hatiye birîn. Herwiha di heşt mehên destpêkê yên 2021an de gaza xwezayî ji ser 107 hezar û 679 kesan hatiye qutkirin.

Kiliçdaroglu rexne li Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan girtin û daxwaz ji xelkê kir ku ji Erdogan bawer nekin dema dibêje şer li dijî faîzê dike û hewl dide daxîne.

Kiliçdaroglu dibêje: “Çend kesan nikarîne perên gaza xwezayî bidin li Enqerê? Di sala 2019an de 74 hezar û 61 kesan ji ber nikarîne perên gaza xwezayî bidin, gaz ji ser wan hatiye qutkirin. Di 2020an de hejmar digihe 87 hezar û 626 kesan. Di heşt mehên destpêkê yên 2021an de wate yek heta heşt, hejmar bûye 107 hezar û 679 kes. Niha li ser me ye pirsyarê ji koşk û darûdestê wê bikin. Efendî tu li wê derê bi aramî dijî. Destekî te di nav tûk û destek di nav hingiv de. Kî lêpirsînê derbarê qutkirina gaza xwezayî de ji ser xelkê dike? Ew kesê xizmeta lobiya faîzxweran dike Erdogan e, bile kes vê yekê jibîr neke. Dema dibêje dijî faîzê me, nabe faîz hebe, ev hemû çîrok in.”

Serepeyv