Çile 11, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Serokê MHPyê Em tehemûl nakin HDPê li parlamentoyê bibînin

Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli bang li Dadgeha Destûrê kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin.

Devlet Bahçeli, di civîna partiya xwe ya parlamentoyê de li ser rojevA Tirkiyê axifî. Bahçeli dibêje, EW tehemûl nakin HDPê li parlamentoyê bibînin û daxwaz kir ku dosyeyên rakirina parêzbendiya HDPê bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bên şandin.

Bahçeli got: “Heta em ji sînor, çiya, şaredarî, saziyên hikumî û parlamentoyê terorîstan paqij nekin, em aramiyê nabînin. Em li parlamentoyê terorîstan naxwazin. Em tehemûl nakin, kêliyekê jî HDPê di qada siyasetê de bibînin. Em çaverê dikin Dadgeha Destûrê karê xwe bike. Mana wan di parlamentoyê de zilm û zelîlî ye. Divê yekser parêzbendî bê rakirin.”

Bahçelî piştgiriya xwe bo desthilatê anî ziman û got: “Em heta dawiyê ji dewlet û hikûmeta xwe bawer in, ez dîsan dubare dikim, em wek çiya li pişt wan in. Divê demildest kar li ser dosyeyên parêzbendiyê bê kirin, ku li Komîsyona Parlamentoyê ne û yên bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hatine şandin û tiştê pêwîst bê kirin.”

Bahçeli di berdewamiya axaftina xwe de îddîa dike ku MHP ne dijminê Kurdan e, ji Kurdan hez dikin û rêzeke mezin li wan digrin.

Serepeyv