Çile 10, 2022 17:45 Asia/Tehran
  •  Lêkolîna Global: Xelkê herî zêde reşbîn li Tirkiyê ne

Li gor Kompanya Lêkolîna Global (Gallup), qeyrana aborî xelkê Tirkiyê reşbîn kiriye û di asta cîhanî de di rêza yekem de cih digre.

Li gorî rapora Rûdawê, Lêkolîna Globalê, encama lêkolîna xwe ya ku li 44 welatan kiriye eşkere kir. Li gor lêkolînê qeyrana aborî ya li Tirkiyê bandor li derûniya mirovan kiriye.

Di nav 44 welatan de

Li gor lêkolînê di nav 44 welatan de herî zêde xelkê Tirkiye, Bulgaristan, Afxanistan, Polonya û Çekya reşbîn in. Yên herî bextewar jî Endonezya, Albanya, Komara Azerbaycanê, Nijerya, Meksika û Vietnam in.

Di lêkolînê de hatiye destnîşankirin, ku li Tirkiyê ji ber zêde bilindbûna enflasyonê asta reşbîniyê bi awayekî balkêş bilind bûye.

Hejmara zêde ya ciwanan

Herwiha di lêkolînê de hatiye nivîsandin ku tevî hejmara zêde ya nişteciyên ciwan ku bo aboriyê derfeteke baş in li Tirkiyê lê dîsan xelk reşbîn in.

Li gor heman lêkolînê, tenê %38ê mirovan di wê baweriyê de ne ku dê sala 2022ê ji sala 2021ê baştir be.

Serepeyv