Çile 10, 2022 17:45 Asia/Tehran
  •  Parlamenterê CHPê Tanal: Tirkiye di azadiya medyayê de ji Efxanistanê xirabtir e

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Mahmut Tanal ragihand ku li Tirkiyê derfetên rojnamegeriyê nemane û Tirkiye di azadiya medyayê de 32 xal li paş Efxanistanê ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Mahmut Tanal, bi helkefta 10ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin peyameke nivîskî belav kir. Tanal got: “Li welatê me her sal bi hezaran kes beşa ragihandinê diqedînin. Lê ji sedî 5ê wan di sektora medyayê de kar dibînin. Piraniya kesên beşa ragihandinê qedandine berê xwe didin sektorên din. Kesên beşa ragihandinê qedandine û karê xwe nakin, birîna me ye ku xwîn jê tê.”

Tanal bal kişand ser zextên li ser medya opozîsyonê û got: “Desthilat zêxtê li rojnamevanên ku lêkolînê dikin, dipirsin, li pey rastiyan digerin û mafê xelkê yê agahdarbûna nûçeyan diparêzin

dike. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe her hefte li dadgehan e. Ji ber kiryarên desthilatê, rojnamevan bi findê li heyama zordariyê (Serdema Abulhamitê Duyem) digerin. Jiyanê ji rojnamevanên ne hevalên wan in re, nahêlin.”

Tanal dibêje: “Tirkiye di rêjeya azadiya medyayê de di rewşeke gelek xirab de ye. Li gor Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RFS) Tirkiye, sala 2021ê ji nav 180 welatan di rêza 153an de ye. Bifikirin em di warê azadiya medyayê de 32 xalan li paş Efxanistanê ne. Dîsa li paş Uganda, Sûdan û gelek welatên Afrîkayê ne.”

Tanal herwiha got, pêwîst e ji bo medya înternetê qanûn bê derxistin û bi vê armancê du pêşnuma dane Serokatiya Parlamentoyê.

 

 

Serepeyv