Çile 09, 2022 19:59 Asia/Tehran
  •   Pervîn Buldan: HDPê pêşniyarnameyeke hevbeş amade kir

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku wan pêşniyarnameyeke hevbeş derbarê hilbijartina pêşwext de amade kirine û got: "Ev pêşniyarnameya hevbeş dê bibe pêşniyarnameya hemû partiyên opozîsyonê. Lê em dizanin û bawer dikin ku di nav AKPê de jî parlamenterên xwedî wijdan hene. Ew jî dê dengên erê bidin pêşniyarnameyê.”

Li gorî rapora Rûdawê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 9ê Çileya 2022an li navçeya Gebze ya bajarê Kocaelî yê Tirkiyê mîtîngek saz kir û hejmareke zêde ya endam, alîgir û rêveberên HDPê beşdar bûn.

 

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di mîtîngê de li ser rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyê û hilbijartinên pêşwext ên li wî welatî axivî.

Buldan amaje bi wê yekê da ku desthilat ji siyasetmedarên HDPê ditirse û ji ber vê yekê 5 sal in hinek siyasetmedarên wan di girtîgehan de wek rehîne tên girtin û got: “Ji HDPê ditirsin. Ji ber vê yekê jî hewl didin siyaseteke bê HDP û Tirkiyeke bê HDP biafirînin.”

Buldan diyar kir ku di sala 2001an de beşeke zêde ya xelkê Tirkiyê ji bo AKP pirsgirêkên aborî çareser bike dengên xwe dane wê partiyê û got: “Lê îro asta ku wan Tirkiye aniyê ji 2001ê gelekî xirabtir e û krîzeke gelek kûrtir ya aborî heye.”

Bi taybet piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî û têkçûna rewşa aborî ya Tirkiyê partiyên opozîsyonê dibêjin desthilat êdî nikare welat birêve bibe û banga hilbijartina pêşwext dikin. Hevseroka HDPê li ser vê yekê jî tekez dike ku wan pêşniyarnameyeke hevbeş derbarê hilbijartina pêşwext de amade kirine û ew dê bi piştgiriya parlamenterên opozîsyonê û beşek ji parlamenterên AKPê pêşniyarnameyê li Parlamentoya Tirkiyê bidin pesendkirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan wiha got, “Di demekê de ku em banga hilbijartina pêşwext dikin, em dê bi pêşniyarnameyeke hevbeş biçin Parlamentoyê. Ev pêşniyarnameya hevbeş dê bibe pêşniyarnanameya hemû partiyên opozîsyonê. Lê em dizanin û bawer dikin di nav AKPê de jî parlamenterên xwedî wijdan hene. Ew jî wê dengê erê bidin vê pêşniyarnameya me û em dê biryara hilbijartina pêşwext, bi hevre, bi awayek bihêz ji parlamentoyê derbixin. Em ji vê yekê bawer in. Ez careke din dibêjim HDP bo vî welatî şans û derfeteke mezin e û ev şans û derfet dê di hilbijartina bê de bibe sedema guherîneke girîng. Ez ji dil ji vê yekê bawer dikim.”

 

 

Serepeyv