Çile 09, 2022 10:17 Asia/Tehran
  • Hewaya sar li Erzirom, Erdexan û Agiriyê bandora xwe didomîne

Hewaya sar li ser jiyana rojane ya bajarê Erzirom, Erdexan û Agiriyê tesîra xwe ya neyînî didomîne.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Li Erziromê ji ber hewaya sar camên wesayîtan cemed girtin, dar û deviyan qeşa girt, rê û peyarêyên li bajêr cemed girtin û avên li hewşên mizgeftan jî qerisîn.

Hin welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyeyê pêşiyan da ku cemed nekirin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî hewaya sar a tesîra xwe didomîne li ser jiyana rojane bi bandor e. Rê û peyarêyên li bajêr û camên mal û wesayîtan cemed girtin.

- Agirî

Li Agiriyê ji ber hewaya sar bi sivêrnekên mal û xaniyan va şembelîk çêbûn, çemên li bajêr qerisîn.

Welatiyan ji bo parastinê naylon û betanî bi wesayîtên xwe wer kirin.

 

 

 

Serepeyv