Çile 08, 2022 13:56 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê bihayê sotemeniyê dîsa hat zêdekirin

Li Tirkiyê, bihayê lîtreya benzînê 63 quriş, lîtreya motorînê jî 94 quriş hat zêdekirin.

Piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî bi awayekî tund li hember pereyên biyanî di meheke dawî de çend caran bihayê sotemeniyê hat zêdekirin.

Sendîkaya Karsazên Enerjî, Petrol û Gazê (EPGIS) ragihand, ku bihayê benzînê 63 quriş, lîtreya motorînê jî 94 quriş hatiye zêdekirin.

Ji 8ê Çileya 2022an û pê ve dê li benzînxanan, benzîn û motorîn bi bihayên nû bên firotin.

Li gor bihayên nû dê nirxê benzînê li Stenbolê 13.57 lîre, li Enqerê 13.64 lîre û li Izmirê jî 13.65 lîreyê Tirkî be.

Serepeyv