Çile 08, 2022 08:38 Asia/Tehran
  • Kêmbûna rezervên Banka Navendî ya Tirkiyê

Rezerva Banka Navendî ya Tirkiyê di van 20 salên dawî de gelekî kêm bûye

Li gorî nûçeya rojnama Cumhuriyetê ya Tirkiyê, rezerva safî ya diravê dereke ya Banka Navendî ya Tirkiyê di 31ê Kanûnê de daket 8,3 milyar dolarî.

Di 24ê Kanûnê de rezerva safî ya diravê dereke ya Rezerva Banka Navendî ya Tirkiyê 8,6 milyar dolar bû.

Kêmbûna van rezervan ji sala 2020-an vir ve zêde bûye û di sala 2022-an de gihîştiye asta herî jêrîn.

Li Tirkiyê di van mehên dawî de nirxa lîreyê bêmînak kêm bûye û hewlên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo qerebûkirina xelkê ji ber daketina nirxê lîre li hember dolar heta niha bê encam mane.

Daxistina pereyê netewî, bilindbûna enflasyonê û dûv re jî feqîrbûna gelên Tirkiyê bûye sedema kêmbûna populerbûna Erdogan.

Serepeyv