Erdogan bi Serokomarê Qazaxistanê re bi telefonê axivî
Serokomarê Tirkiyê di pêwendiya ligel hevtayê xwe yê Qazaxistanê de hêvî xwest ku alozî bi dawî bibin.
Li gorî rapora TRT`ê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ku serokatiya dewrî ya Rêxistina Welatên Tirkîziman dike, bi serokên dewletên din ên endamên vê rêxistinê re jî geşedanên dawî yên li Qazaxistanê gotûbêj kir.
Ofîsa Serokomariya Tirkiyê ragihand, Erdogan bi rêya telefonê ligel Serokomarê Qazaxistanê Qasim Cumart Tokayev, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokomarê Qirgizîstanê Sadir Cabarov û Serokomarê Uzbekistanê Şewket Mîrziyayev re, rewşa Qazaxistanê û aloziyên li vî welatî gotûbêj kirin.
Erdogan di hevpeyvîna xwe ya ligel hevtayê xwe yê Qazaxistanê de hêvî xwest ku pirsgirêk bi hevdubawerî û diyalogê bên çareserkirin û got: Geşedanên li Qazaxistanê ji nêz ve dişopîne.
Erdogan di hevdîtinên ligel Aliyev, Cebarov û Mîrziyoyev de, aramî û ewlehiya Qazaxistanê ji bo herêmê û bi taybetî jî cîranên wê girîng da zanîn.
Turkish Airlines jî wek gelek welatên din seferên xwe yên ber bi Qazaxistanê betal kirin.
Li Qazaxîstanê ji destpêka îsal ve piştî biryara hikûmetê ya derbarê zêdekirina nirxê gaza avekî ya makîneyan, nerizamendî û xwepêşandanên gel tên lidarxistin.